XEZE
Lîwaya Îzetîn El-Qasama Hamasê diyar kir di encama êrîşên Îsraîlê yên bejayê ku li ser xezeyê di 17ê tîrmehê de dest pêkirin de heta niha ji 110î zêdetir leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Lîwaya Îzetîn El-Qasamê de wiha hat gotin: "Mucahîd li ser sînorê Xezeyê operasyonên parastinê didomînin. Hingî operasyonên bejayê dest pê kirine ji 110î zêdetir leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û bi sedan leşker jî hatin birîndarkirin."
Li gor daxuyaniyên Îsraîlê jî heta niha 48 leşkerên wan hatin kuştin.
Berdevkê Wezîrê Tendurustiyê yê Hikûmeta Filistînê yê berê Eşref el-Qudra diyar ir ku ji 7ê tîrmehê vir de hezar û 119 filistînî çûn rihma Xwedê û 6 hezar û 550 filistînî jî birîndar bûn.
Îsraîl bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ve gelek caran hatibû hişyarkirin lê dîsa jî di 7ê tîmehê de bi navê "Xeta Parastinê" operasyon bir ser Xezeyê û ji hewayê û behrê re êrîş kir. Îsraîlê di 17ê tîrmehê de jî operasyona bejayê dabû destpêkirin.