Li gor agahiyan Îsraîlê ji bo nimêja înê ya li Mescîda Eqsayê sînorê temen anî. Kesên 45 salî piçûktir nikarin li Mescîda Eqsayê nimêj bikin.
Malpera televîzyona Îsraîlê nûçeyeke ku çavkaniya wê polêsê îsraîlê ye weşand. Li gor nûçeyê dê destûrê nedin filîstiniyên ku li Şerîaya Rojava û Xezayê dijîn bikevin Mescîda Eqsayê, ji bo filîstiniyên ku li Qûdsê dijîn jî sînor danîn ku divê 45 salî mezintir bin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku polêsên Îsraîlê di têketina Bajarê Kevnar (Beldet'ul Qadîme) û Mescîda Eqsaya li Qûdsê, bergiriyên xwe zêde kirin.
Îsraîl bi hincetên curbicur astengî derdixîne ku filîstînî nekarin bikevin Mescîdê Eqsayê. Bi taybetî rojên înê ji bo mêran sînorê temen tînin û ev yek jî dibe sedema rageşiyê.