Önder Beyter
11 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Îsraîlê, li Xezeya dorpêçkirî takederiyê bazirganiyê Kerem Ebû Salim, alîkariya mirovî û sotemenî ne tê da ji bo derbasbûna hemû alavên bazirganiyê girt.
Li gorî nûçeya Saziya Weşana Qamûyê ya Îsraîlê KANê, Wezîrê Parastina Îsraîlê Benny Gantz ji ber hinceta dewamkirina firandinên balonên şewatê yên ji Xezeyê, emrê girtina deriyê Kerem Ebû Salim a ji bo derbaskirina alavên bazirganiyê da.
Di nûçeyê da hat diyarkirin ku alîkariya mirovî û sotemenî ne tê da astengkirina derbasbûna hemû alavên bazirganiyê dê ji îro pê va were sepandin.
Ji aliyekî din va karbidestekî Filistînî ku nexwest navê xwe bêje, di agahiya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku meqamên Îsraîlê ji aliyê Filistînê ra ragihandin ku ji roja sêşemê pê va derbasbûna hemû alavên înşeatê bo Xezeyê hat astengkirin.
Karbidest diyar kir ku sedema girtina deriyê sînor, firandina balonên şewatê yên ji aliyê Xezeyê ber bi Îsraîlê ne.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, duh ji ber firandina balonên şewatê li 5 cih û warên Îsraîlê yên nêzîkî sînorê Xezeyê, 12 şewat derketin.