Bestami Bodruk, Bilal Çelikten
18 Tebax 2026•Rojanekirin: 18 Tebax 2026
Keştiya "dostê siruştê" ya li ser Gola Bendavê ya Ataturkê ya li ser Çemê Feratê dixebite, derfetê dide geştiyaran ku ew bedewiyên Diyarbekir, Adiyeman û Şanliurfayê û li ser Çemê Feratê va jî bedewiyên Meletiyê bibînin.
Çêrmika navçeya Diyarbekirê ya bi turîzma siruşê û tenduristiyê va tê nasîn, bi germavên xwe, Çiyayê Gelîncîkê, Çem û Geliyê Sînekê û Sûlavên Yabanardi û Şeyhandedeyê va çar demsal mêvanan diezimîne.
Li Çêrmikê keştiya "dostê siruştê" ya bi vejena tavê va dixebite, îsal li ser Gola Bendavê ya Ataturkê dest bi xizmetê kir ku ew ji hêla geştiyaran va gelekî tê ecibandin.
Li bajarên herêmê germahî carinan ji 40 pileyî derbas dibe û mirov ji bo ku hênik bibin diçin Çêrmikê.
Mêvanên ku li vir keştiyê siwar dibin bedewiyên Diyarbekir, Adiyeman û Şanliurfayê û li ser Çemê Feratê va jî bedewiyên siruştî yên Meletiyê dibînin.
Sînan Kutluyê ku li Taxa Saltepeyê ya Çêrmikê xizmeta keştiya biceyranê dide mêvanan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 50 kes dikarin li vê keştiyê siwar bibin û wiha axivî: "Keştiya me dostê siruştê ye, vejena xwe ji tavê hildide. Em siruştê diparêzin. Em sotemeniya fosîl bi kar naynin û naxin avê. Deng û qerebalixa wê tuneye. Mişteriyên me jê kêfxweş in. Geştên me yên Diyarbekir, Adiyeman, Meletî û Şanliurfayê hene. Li ser Gola Bendavê ya Ataturkê gundekî binavbûyî heye ku em kesên beşdarî gerê dibin li ser wê derê digerînin. Em wan dibin sûlaveke li ser sînorê Adiyemanê. Em wan li geliyan digerînin."
Yakup Dageriyê ji Adiyemanê hatiye û Onur Çîçekê ku ji Diyarbekirê hatiye jî anîn ziman ku hewa germ e, ew bi saya vê geştê bêhna xwe vedidin û dîmenên xweş ên van deran dibînin.