Tolga Akbaba, Faruk Hanedar, Mustafa Melih Ahıshalı
08 Hezîran 2026•Rojanekirin: 08 Hezîran 2026
Hat ragihandin ku Îsraîlê tesîsa petrokîmyayê ya li bajarê Mahşehrê yê eyaleta Xûzistanê ya li rojavayê başûrê Îranê kir armanc.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê, Welîyûllah Heyatiyê Alîkarê Waliyê Xûzistanê der heqê êrîşê da agahî da.
Heyatî wiha got, "Kêliyek berî niha Şîrketa Petrokîmyayê ya Qarûn a li Mahşehrê rastî êrîşa asîmanî ya dijminê Siyonîst hat. Muhîmata hat firandin îsabet kir û di encamê da xesar gihîşt hin beşên vê tesîsa pîşesaziyê."
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da jî hat destnîşankirin ku "çend hedefên" li tesîsa petrokîmyayê ya li Mahşehrê hatin lêdan.
Ji aliyekî din va Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand, wekî bersiva êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê wan "Operasyona Nasrê" da destpêkirin û di vê çarçoveyê da wan, baregehên asîmanî Nevatîm û Tel Nof kirin armanc.