Abdullah Tel
31 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 01 Sibat 2020
Artêşa Îsraîlê ji hewayê va dîsa êrîşek bir ser herêmên li başûrê Xeta Xezeyê ne.
Balafirên şer ên Îsraîlê nêzî 10 carî li ser hev bi ser hin hedefên li herêmên bajarê Refaha ku başûrê Xezeyê dikeve da bombe barandin.
Ji duh serê sibehê heya niha ev cara sêyemîn e ku bi destê Îsraîlê va êrîşên hewayî tên lidarxistin û Wezareta Tenduristiyê jî der barê zirar û ziyana gihîştibe can û mal da heya niha tu daxuyanî neda û agahiyek parve nekir.
Lê artêşa Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî weşand da got ku li gor îdiayan ew "cihên Hemas lê çekan çêdike" wek hedef hatin hilbijartin.
Ji hêla din va jî hat ragihandin ku ji alî Xezeyê ber bi hin herêmên Îsraîlê va balonên şewatê hatin şandin û wek bersiv jî ew êrîş hatin kirin.
Artêşa Îsraîlê berê destnîşan kir ku duh ber bi êvarê va ji alî Xezeyê 3 balonên şewatê ber bi herêmên Cihû lê dijîn va hatin şandin.