Önder Beyter
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
QUDIS
Îsraîlê li Qudsê bi navê "Navenda Çandê ya Cihûyên Yêmenê" bînayeke nû kir fealiyetê.
Ev navenda nû bi milyonek û 200 milyon dolarî li taxa Batn el-Hewa ya li bajarokê Sîlwana li naverasta Qudsê hat çêkirin. Herwiha Wezîrê Quds û Mîratê Zeev Elkîn û Wezîrê Çand û Turîzmê Mîrî Regev beşdarî merasima vebûnê bûn.
Ji aliyekî din va jî hat ragihandin ku polêsê Îsraîlê beriya merasima vebûnê 2 Filistînî binçav kirin.
Di daxuyaniya Navenda Zanyariyê Wadî Hilwa da hat diyarkirin ku Midûrê Navendê Cewad Siyam û Serokê Komîteya Taxa Batn el-Hewayê Zuheyr er-Recebî bi destê polêsê Îsraîlê hatin binçavkirin.
Navenda ku Wezareta Quds û Mîratê û Wezareta Çand û Werzişê jî piştgiriya wê dike, bi hevkariya rêxistina Ateret Cohanim va li ser milkê malbata Filistînî Ebû Nab ku di 2015an da rûniştvanên Cihû talan kiribû, hat çêkirin.