Türkan Tosun
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
UPPER LAKE
Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê li herêma Reddîng û der û dora wê di şewata daristanê de ji hezarî zêdetir avahî şewitîn.
Rayedarên agirkujê daxuyandin li herêma Shastayê hefta borî şewatek çêbûye, 6 kes mirine û li herêma Reddîngê jî hezar û 58 avahî şewitîne.
Ji hêla din Berdevkê Daîreya Parastina Şewat û Daristaniyê ya Calîfornîayê Mîke Mohler got eyaletê di nav mehekê de herî kêm 125 milyon dolar ji budçeya şewatê ya salane xerc kiriye.
Di şewata ku li ser qadeke 490 kîlomêtroqereyî çêbû de tewle û embar jî di nav de 488 avahiyên din jî zirar dîtin.
Herêma ku şewat lê çêbû ji sedî 35ê wê hat kontrolkirin.
Şawat pekiyabû herêmên Mendocîno û Lake Countyê û ji van herêman 20 hezar kes hatibûn tahliyekirin.