Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê yê li Xezeyê Eşref el Kudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî êrîşên ku Îsraîlê birin ser taxên Xezeyê, mirî û birîndar ji herêmê derdixin û wiha dewam kir: "Li gor agahiyên ewilîn di êrîşan de 40 kes bi xwînxwarî hatin kuştin û nêzî 400 kesî jî birîndar bûn."
Di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû. Piştî vê operasyonê şeva pêncşemê jî dest bi operasyonên bejayê kiribû.