İbrahim Atmaca
29 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
RAMALLAH
Rêvebiriya Îsraîlê xwediya Xelata Wêrekiyê ya Hanzalayê "Keçika wêrek a Filistînî Ahed et-Temîmî (17) û diya wê berdan.
Temîmî û diya wê ya Nerîman serê sibê li têketina bajaroka Nebî Salihê ya Ramallaha bajarê Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, berdan.
Di 21ê adarê da 8 meh cezayê hebsê dabûn Temîmî.
- Çi bûbû?
Eskerên Îsraîlê di 19ê Berfanbara 2017an da avêtibûn ser mala malbata Ehed et-Temîmiyê ew binçav kiribûn. Nerîmana dayika Temîmiyê jî li yekîneya binçavkirinê ya li rojhilatê Ramallahê ya ji bo ku ji keça xwe agahî bistîne çûbûyê ji aliyê eskerên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin.
Dema ku eskerên Îsraîlê avêtine ser mala wan a li bajaroka Nebî Salihê, Ahedê sîleyek li eskerê Îsraîlê daye û ev vîdeoya wê hat weşandin û ji ber vê jî bi "êrîşa" dijî eskerên Îsraîlê va dihat sûcdarkirin. Di vîdeoyê da qîzapa Ahedê Nûret-Temîm jî hatibû binçavkirin û paşê bi kefaletê va hatibû berdan.
Aheda ku wekî "keçika wêrek a filistînî" tê zanîn di sala 2012an de dema ku kekê wê hat binçavkirin ji ber helwesta ku dijî eskerên Îsraîlê nîşan da li Stenbolê bi "Xelata Wêrekiyê ya Hanzalayê" hatibû xelatkirin. Ahedê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra di dema serokwezîrtiya wî da hevdîtin kiribû.