Önder Beyter
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
QUDS
Li Îsraîlê Bezalel Smotrichê ji Partiya Mala Cihûyan der heqê keça Filistînî a 17 salî Ehed et-Temîmî da got ku divê ji çokê da lê bidana.
Parlamenterê Îsraîlî Smotrich di daxuyaniya xwe ya ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Bi min divê ji çokê va li wê keçê (Ehed et-Temîmî) bidana. Bi vî awayî wê di tevahiya jiyana xwe da mehkûmî hebsa malê bûya."
Parlamenter Michal Rozin ê ji Partiya Meretzê jî wiha bertek nîşanî daxuyaniya navborî da, "Divê tu ji xwe şerm bikî, hefteya çûyî bicihbûyên Îsraîlî kevir avêtin eskerên artêşa Îsraîlê, gelo gule berdan wan?"
Eskerên Îsraîlê di 19ê Berfanbara 2017an da avêtibûn ser mala malbata Ehed et-Temîmiyê ya ku 8 meh cezayê hebsê xwar û ew binçav kiribûn.
Eheda ku wekî keça Filistînî ya cesûr tê zanîn, ji ber ku di 2012an da dema birayê wê hat binçavkirin, bertek nîşanî eskerên Îsraîlê dabû û herwiha ji ber vê tevgera xwe li Stenbolê bi "Xelatê Cesaretê yê Henzele" va hatibû xelatkirin. Ehed bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra di dema serokwezîrtiya wî da hevdîtin kiribû.
Temîmî li Şerîeya Rojava ya dagirkirî di girtîgeha eskerî ya Îsraîlê da tê girtin.