CENEWRE
Îran û Yekîtiya Ewropayê serokatiya hevdîtinên nukleerî yên ku di navbera 5 welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê (P5+1) de ye dikin. Hat diyarkirin ku hevdîtinên nukleerî yên di navbera Îran û welatên P5+1ê de dest pê kirine.
Hevdîtin îro dest pê kirin û tê plankirin ku du rojan dewam bike, lê bi rastî hevdîtin dê çiqas dewam bikin nayê zanîn.
Serokatiya hêla Îranê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf dike û Serokatiya 6 welatên P5+1an jî Catherîna Aston dike.