Haydar Şahin
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Amûrên alîkariya mirovahiyê yên Şaxa Stenbolê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê temîn kirin li Til Ebyada navçeya Sûriyeyê ya bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatibû paqijkirin li hewcedaran hat belavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Şanliurfayê da hat diyarkirin ku bi beşdariya Walî Abdullah Erîn û Serokê Şaxa Stenbolê Îlhamî Yildirim va amûrên alîkariyê li gelê Til Ebyadê hat belavkirin.
Erîn piştî belavkirina alîkariyê nexweşxaneya li navçeyê dest bi xizmetê kiribû ziyaret kir, di nav nexweşan da geriyan û got ku Xwedê şifayê bide wan.
Walî Erîn guh da daxwazên nexweşan û ji personelên li Nexweşxaneya Til Ebyadê wezifeyê dikin ên Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a Şanliurfayê agahî sitand.
Hastanelerde Suriyeli doktor ve sağlık personelinin de görevlendirildiğini ifade eden Erin, şunları kaydetti:
Erîn diyar kir ku li nexweşxaneyê doxtor û personelên ji Sûriyeyê wezifedar kirin û wiha pê da çû:
"Emelyatxaneya nexweşxaneyê dest bi xizmetê kir. Hewcedariya 2 nexweşxaneyan bi cihaza tomografiyê heye. Li herêmên din ên Tirkiye kontrol dike hewcedariya tomografiyê bi destê saziyên civaka sivîl hat çareserkirin. Ji bo cihaza tomografiyê ji nexweşxaneyên Til Ebyad û Resûeynê ra jî werin kirîn em hewl didin saziyên civaka sivîl vê jî çareser bikin."