Fatih Gazioğlu
10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
Di mizgeftên Batman û Sêrtê da ji bo Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn Sureya Fethê hat xwendin.
Li Batmanê di Mizgefta Qudretê da Sureya Fethê hat xwendin û paşê ji bo serkeftina eskerên beşdarî herekatê bûne dia hatin kirin.
Miftiyê Bajêr ê Batmanê Turgut Erhan got ji bo aştî û aramiyê Herekata Kaniya Aştiyê hatiye destpêkirin.
Erhan got ji bo ku artêş bi serkeftî bizivire wan li mizgeftê dia kiriye û ew her tim piştgiriyê didin artêşê.
- Sêrt
Li Sêrtê jî di Mizgefta Mezin da Sureya Fethê hat xwendin.
Miftiyê Bajêr ê Sêrtê Ahmet Altiok û cimaetê bi hev ra dia kirin ku artêşa Tirk bi ser bikeve.
Li hemû mizgeftên welêt duh ji bo Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ya ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin ava bikin û pêkanîna aştî û hizûra herêmê dabû destpêkirin, Sureya Fethê hat xwendin.
Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin ava bikin û pêkanîna aştî û hizûra herêmê da destpêkirin dewam dike .
Duh evarê li hemû mizgeftên welêt ji bo Herekata Kaniya Aştiyê Sureya Fethê hat xwendin.
Hin welatiyan jî ji bona eskeran Qur'ana Pîroz xwend.