İbrahim Atmaca
10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ragihand ku Herekata Kaniya Aştiyê weke ku hatiye plankirin dewam dike.
Oktay li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Tirkî û Îngilizî der heqê Herekata Kaniya Aştiyê da daxuyanî da.
Fuat Oktay diyar kir ku operasyona li kêleka sînorê me ku rêxistinên terorê lê bi cih bûne, weke hatibû plankirin dewam dike û wiha dewam kir:
"Armanca me ya tekane ewlehiya sînorên me ye û vegera dildarî ya Sûriyeyiyan e. Di operasyonê da artêşa me bi terorîstan ra têkoşîna xwe bi serkeftî didomîne û mexseda artêşê ya sereke ew e ku zirar negihêje sivîlan.
Tirkiye li gor mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî û di çarçoveya 'mafê midafaya meşrû' ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) da cih digre, tevdigere û biryardar e cihê terorê ku sînorên me tehdîd dike û seba hemû dinyayê talûke ye, ji holê rake."
Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku raya giştî ya navneteweyî jî di mijara têkoşîna rêxistinên terorê da di nav heman biryardariyê da bin.