15 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2019
Serokomar Erdogan: "Heta bakurê Sûriyeyê bi kaniyên aştiyê cardin şîn bibe û em bigihêjin armancê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
"(Gumruk) Mixabin kota li ber ticareta me astenga herî mezin e. Divê wek Konseya Tirkan em kotayên di navbera xwe da rakin."
"Heta niha me qadeke qederê hezar kîlomêtroqere ji dagirkeriya rêxistina terorê ya cudakar rizgar kiriye."
"Di demeke kurt da em ê herêma ji Minbicê heta sînorên me yên Iraqê ewle bikin û di destpêkê da milyonek û peyra jî 2 milyon penaberên Sûriyeyî hewl bidin ku bi dilê xwe vegerin mal û halê xwe."
"Ji bona pirsgirêka Qerebaxa Jorîn di demeke kurt da bi rêyên aştiyane li gor esasê yekîtiya axa Azerbaycanê çareser bibe çi ji destê me were em ê bikin."