Sarp Özer
18 Îlon 2023•Rojanekirin: 18 Îlon 2023
Serokomar Erdogan di "13emîn Lûttkeya Salane ya Concordiayê" de axivî:
"Em teşwîqa penaberên Sûriyeyê dikin ku bi awayekî ewle û dilxwazî vegerin. Dema xaniyên wan temam bibin dê milyoneke din lê wê hejmara ku gihiştiye 600 hezarî zêde bibe.
Em dibînin ku di vê serdema krîtîk de, ji bo vejîna têkiliyên Tirkiye-YEyê, pencereyeke derfetan vebûye.
Em teşwîqa penaberên Sûriyeyê dikin ku bi awayekî ewle û dilxwazî vegerin. Dema xaniyên wan temam bibin dê milyoneke din lê wê hejmara ku gihiştiye 600 hezarî zêde bibe.
(Tirkiye-DYA) Emê hevkariya xwe ya di mijara terorê de ku ji bo herdu welatan çavkaniya tehdîdê ye, hêzdar bikin.
Em ji hevkariya xwe ya bi DYAyê re kêfxweş in. Di hevdîtinên bi Biden re me beşa wê ya giring derbas kir, me biryar da em temasên xwe zêde bikin.
Pêşhatên li herêma me nîşan didin, ka nerîna terorîstê baş-xirab çiqasî şaş e. Bi terorîstan re danûstan nabe, dostanî û hevkarî nabe.
Tevî sînordarkirinan, di pîşesaziya parastinê de em derketin asta kûrewî. Di nîveka ewila 2023yan de îxracata pîşesaziya parastinê gihişt 2 milyar û 400 milyon dolarî."