Ahmet Aydın
11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2019
Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê DYAyê Mark Esper destnîşan kir ku ji bo sekinandina Herekata Kaniya Aşitiyê bangawazî li Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar hatiye kirin, lêbelê di vê astê de niyeta Tirkiyeyê tune ye ku operasyonê bisekinîne. Herwiha di biryardariya Tirkiyeyê de ti kêmbûnek çênebûye.
Wezîr Esper di civîna çapemeniyê ya ku digel Sererkan Orgeneral Mark Milley li dar xist de got, "Em li dijî wê yekê ne ku Tirkiye bi yek alî midaxelê li Sûriyeyê dike û di vê mijarê de em dinava hêvîşikestinê de ne. Ev operasyon hevkarên me Hêzên Sûriyeyê yên Demokrat (HSD) dixe talûkeyê de, herwiha asayişa girtîgehên DEAŞê dixe talûkeyê de û dê herêmê bêîstiqrar bike."
Esper destnîşan kir hemî rayedaran ji jor heta jêr digel hevtayên xwe yên Tirkî ketine têkiliyê devû ji Wezîr Akar re hatiye gotin ku DYA li dijî Herekata Kaniya Aşitiyê ye û dê ev zirarê bide têkiliyên dualî.
Wezîr Esper anî ziman ku dema Tirkiyeyê beriya herekatê ew agahdar kirine, DYAyê bi mebesta tedbîra ewlekariyê eskerên xwe ji herêmê kişandine û wiha pê de çû, "Ji bo parastina eskerên xwe, em ji nûve cihên eskerên xwe eyar dikin."
Esper wiha pê de çû:
"Di vê astê de di warê hebûna me ya eskerî li Sûriyeyê ti guherankarî tune ye. Lêbelê rewşa wêderê û hejmara eskerên xwe em reçaw dikin. Me hevkarên xwe yên Kurd (YPG/PKK) terk nekirine. Em li herêmên din ên Sûriyeyê bi hev re ne."
Esper îdia kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di warê lidarxistina operasyonê li Sûriyeyê "ecele" kiriye û got, "Vê rewşê îtifaqa DYAyê ya bi Tirkiyeyê re, hevkariya DYAyê ya bi YPG/PKKê re û asayişa eskerên Amerîkan xistiye rewşeke zehmet de. Em digel HSDya ku ji bo têkdana xîlafeta DEAŞê alîkariya me kir di nava kordînasyoneke nêzîk de ne, lêbelê ezê hêzên Amerîkayê di nava pevçûna dirêjxayen a di navbera Tirk û Kurdan de nehêlim. Em ne ji bo vê li Sûriyeyê ne.
- "Rewşeke wisa nîne ku îznê bide em li dijî Tirkan şer bikin"
Sererkanê DYAyê Orgenral Mark Milley jî destnîşan kir ku li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê qada di bin kontrola YPG/PKKê de ji 400 kîlometroçarçikî zêdetir e û anî ziman ku Herekata Kaniya Aşitiyê qadeke bi qasî 125 kîlometroçarçikî di xwe de digire û li derveyî vê qadê ew digel HSDê dixebitin.
Milley di bersiva pirsa ku "Gelo dê DYA li bakurê Sûriyeyê qada qedexeya firînê rabigihîne yan na?" got, "Rewşeke weke Qada Berevaniya Ewlekariyê nîne ku îznê bide em li dijî Tirkan ku 70 sale hevkarên me ne di NATOyê de, bi mebesta piştevaniya Kurdan, şer bikin."
Sererkan Milley herwiha anî ziman ku digel Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê kordînasyon pêkanîne û kordînatên eskerên DYAyê dane Tirkiyeyê. Digel lîsteyeke 'hedefên ku pêdivê li wan neyên dayîn' jî dane Tirkiyeyê.