Abdullah Tel
12 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2019
Li navçeyên Resûleyn û Til Ebyad a ser Sûriyeyê ku di çarçoveya Hereketa Kaniya Aştiyê da hatin rizgarkirin niha qadên sporê yên li dibistanan ji bo zarokan tên nû kirin.
Walîtiya Şanliurfayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Rêveberiya Navenda Koordînasyon û Piştevaniya Sûriyeyê ya di bin Walîtiya Rihayê da ye li Resûleyn û Til Ebyadê cihên wek nexweşxane, saziyên tendûristiyê, dibistan û qadên civakî nû dike.
Midûriyeta Bajêr a Sporê û Xizmetên Ciwaniyê ya Şanliurfayê jî ji bo zarokên mexdûrên şer û pevçûnan ku derûniya wan serobin bûye qadên sporê yên li dibistanan zirar dîtine nû dike.
Ekîbên li ser karên nûkirin û çêkirinê ne potayên basketbolê temîr kirin û bi zarokan ra pêşbirka ewil kirin. Zarokên ku ev demeke dirêje ji vê kêfê mehrûm bûn û ev fersend bidest xistin gelek şa bûn.