Fatih Gazioğlu
12 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2019
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Alîkarê Serokê AFADê Ceyhun Dilşad Taşkin, Serokê Daîreya Midaxaleya AFADê Abdulkadîr Tezcan û lijneya ligel wî Walî Abdullah Erîn ziyaret kirin.
Lijneya AFADê der barê Herekata Kaniya Aştiyê û fealiyetên li herêmê da ji Walî Erîn agahî hildan.
Lijneya AFADê piştî ziyaretê derbasî herêma Herekata Kaniya Aştiyê bûn.
Lijneyê li vir bajarên Til Ebyad û Resûlaynê ziyaret kir û fealiyetên alîkariya mirovî kontrol kirin.
Lijneya AFADê firina Resûlaynê ya ku ji hêla Walîtiya Şanliurfayê hatibû temîrkirin jî ziyaret kir. Lijneyê mamayên pitik û hin melzemeyên alîkariya mirovî yên ku ligel xwe anîbûn teslimî Nexweşxaneya Resûlaynê kirin.