09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Tirkiyeyê der heqê Herekata Kaniya Aştiyê da, ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin were jinavbirin û herwiha li herêmê aştî û aramî were edilandin, zanyarî da civaka navneteweyî.
Ji bo ku der heqê Herekata Kaniya Aştiyê da zanyariyan bidin wan, gazî nûnerên welatên endamên KENYyê yên li Enqereyê kirin ku bên Wezareta Karên Derva.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal, zanyarî dan Balyozê Amerîkayê li Enqereyê David Michael Satterfield, Balyozê Fransayê li Enqereyê Charles Fries, Balyozê Qraltiya Yekbûyî li Enqereyê Dominick Chilcott, Balyozê Rûsyayê li Enqereyê Aleksey Yerhov û Meslehetguzerê Balyozxaneya Çînê li Enqereyê Cheng Weihua ku hatin wezaretê.
Ji xeynî balyozên welatên endamê KENYyê, Balyozê Îranê li Enqereyê Mohammed Farazmand jî der heqê herekatê da zanyarî wergirtin.
Wezareta Parastina Neteweyî jî ragihandibû ku Rûsya, Îngiltere, Almanya, Fransa, Îtalya û herwiha Sekreteriyên Giştî yên NATO û NYyê ji saet 14.00an pê va der heqê herekatê da hatin agahdarkirin.