Burak Özmercan, Ahmet Arslantaş
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
Îsa Ozkulê 18 salî yê ku li Besniya navçeya Adiyemanê ket Çemê Goksuyê û di ro çû di roja 5emîn a xebatên lêgerînê da mirî hat dîtin.
Li Besniya navçeya Adiyemanê, xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Îsa Ozkulê ku di Cobarê Goksuyê da di ro da çû di roja 5em da didomin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Ozkulê ku 12ê Hezîranê roja Înê li tanga Pira Kizilîn a dîrokî ya li gundê Kizilînê ji bo hênik bibe ketibû Cobarê Goksuyê lêbelê di ro da çûbû û wenda bûbû serê sibehê dîsa dest pê kirin.
Ekîbên AFAD, Lêgerîn Xilaskirina Cendirmeyê, Lêgerîn Xilaskirina Ewlehiyê û polêsên xozneber ên ji Adiyeman û Şanliurfayê hatin, xebatên xwe domandin.
Bi alîkariya dronê va di binê avê da û li dewrûberê ekîbeke 84 kesî xebatên lêgerînê kir û cesedê Ozkul di roja 5emîn a xebatan da li Çemê Feratê ya li Erebana navçeya Gazîentabê ya ku biqasî 24 kîlomêtro dûrî cihê ku ketibûyê, hat dîtin.
Cenazeyê Ozkul rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erebanê.