Servet Taşdemir
22 Mijdar 2026•Rojanekirin: 22 Mijdar 2026
Li Tetwana navçeya Bidlîsê ji ber barana gur li ser kolanan av gol bû û ajokaran di çûnûhatinê da zehmetî kişandin.
Barana gur ya ku li navçeyê bi roj bi navber berdewam kir, jiyan bi awayekî neyînî bi bandor kir.
Ji ber baranê li ser hin kolanan av gol bû û di trafîkê da astengî derketin.
Tîmên şaredariyê li deverên ku rogar xitimîn xebat meşandin.