Emre Ağaçe
13 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2026
Li Bîngolê otomobîl û panelvan li hev qelibîn û di encamê da 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla plaqeya 12 ACB 947 û panelvana plaqeya 12 AV 039 ku navên ajokarên wan hê nehatine tesbîtkirin, li ser Kolana Abdullah Bazencîr li hev qelibîn.
Di qezayê da 3 kes birîndar bûn.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî, UMKE û polêsan hatin sewqkirin.
Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê hatin veguhestin.