Sabri Yıldırım
13 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2026
Li Mûşê ji bo berfirehkirina mozvaniyê û zêdekirina hilberîna hingiv, 1000 kewar li 100 mozvanan hatin belavkirin.
Bi projeya ku bi hevkariya Walîtiya Mûşê, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê û Ajansa Geşepêdanê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) hat amadekirin, bernameya belavkirina kewaran hat lidarxistin.
Waliyê Mûşê Avni Çakir di bernameyê da, ku li salona konferansê ya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku hilberîna hingiv a salane li bajêr gihîştiye 602 tonan.
Çakir anî ziman ku armanca wan ew e hingivê Mûşê ji aliyê girseyên berfirehtir va bê naskirin û di vê çarçoveyê da xebatên wan ên xurtkirina mozvaniyê berdewam in û wiha got:
Bi projeyên ku hevdu temam dikin berdewam dikin û weha peyivî:
"Îro em ê hezar kewarên xwe bigihînin cotkarên xwe. Em hewl didin van behre û derfetên ku Xwedê dane Mûşê, bi awayê herî baş bi kar bînin û bi cotkarên xwe ra bajarê xwe pêşdatir bibin. Xilasiya me di çandinî û heywanariyê da ye. Derfetên bajarê me di warê pîşesaziyê de diyar in, lê bi deştên xwe yên bêserûber, çavkaniyên avê, zozan û mêrgên xwe ra potensiyeleke me ya mezin di çandinî û heywandariyê da heye. Divê em vê yekê ne tenê bi awayê ku ji bav û kalên xwe fêr bûne, her wisa bi zanist û teknîka modern ra bigihînin siberojê. Pêwîst e em kapasîteya hilberînê û berhemdariya xwe zêde bikin."
Mozvan Ayten Bayraktara şêniya gundê Akpinarê yê 35 kîlometre dûrî navenda parêzgehê ye, diyar kir ku wê bi piştgiriya dewletê cara yekem dest bi mozvaniyê kir û got, "Dewleta me berê moz dabûn, niha jî kewar belav kirin. Bi îzna Xwedê ez ê vê yekê zêdetir bikim."
Alîkarê Walî Onur Bektaş, midûrên saziyan û cotkar beşdarî bernameyê bûn.