Ahmet Dengeşik
17 Tebax 2026•Rojanekirin: 17 Tebax 2026
Li Bîngolê du wesayît li hev qelibîn, 3 kes birîndar bûn.
Li Taxa Sîmaniyê wesayîtên ku nasnameya şofêrên wan hê nediyar e û plaqeyên wan 06 RN 271û 01 UH 579 e li hev qelibîn.
Li ser cawdayînê ekîbên polêsan, Tenduristiya Bilez a 112yê û UMKEyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 3 kesên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
Keliya qezayê di kameraya ewlehiyê ya kargeheke li devê rê da hat qeydkirin.
Wêne : Ahmet Dengeşik/AA