Ahmet Dengeşik
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Li Genca navçeya Bîngolê zarokê ku ket gola avdanê da ku hênik bibe, xeniqî.
Metîn Çaglayanê (13) ku li gundê Serviyê ya li ser navçeyê dijî, duh ji bo ku hênik bibe bi hevalên xwe ra ket avê.
Li gorî îdiayan Çaglayan piştî demekê ji çavan dûr ket û winda bû, lê hevalên wî ji ber tirsê caw nedan malbata wî û rayedaran.
Malbata Çaglayan dema ku êvarê kurê wan nehat malê, pirsa wî ji hevalên wî kirin û zarokan got ew bi hev ra çûne golê ku avjeniyê bikin, lê ew di avê da winda bûye.
Li ser cawdayînê ekîbên Tendurstiya Bilez a 112yê, AFAD û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Noqavên ji Midûriyeta Bajêr a AFADê ya Diyarbekirê jî hatin û lêkolîn kirin.
Piştî xebata noqavan cinazeyê Çaglayan hat dîtin.
Ji bo ku otopsî bê kirin, cinazeyê wî birin morga Nexweşxaneyê ya Dewletê.