Osman Bilgin
30 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2026
Li Diyarbekirê barana ku zêde barî bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir.
Li bajêr serê sibehê baran barî û cî bi cî berdewam kir.
Ji ber baranê kuçe û kolan di nava avê da man û wesaît û welatî tengasî kişandin.
Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê ji bo ava li kuçe û kolanan kom dibe bi rehetî bikişe dest bi xebatê kirin.