Suat Öztürk
31 Tebax 2026•Rojanekirin: 31 Tebax 2026
Li Elezîzê wesayîtek li duçerxiyekê qelibî, di qezayê da 3 zarok birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Y.K. û plaqeya wê 23 AJ 035 e li Taxa Ulukentê, li Kuçeya Kaptani Deryayê li duçerçiya ku derkete li ser rê qelibî.
Di qezayê da 3 zarokên li ser duçerxiyê birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Bajêr ya Fethî Sekîn ya Elezîzê.
Keliya qezayê di kameraya ewlehiyê ya kargehekê da hat qeydkirin.