Ömer Varlık
08 Gulan 2026•Rojanekirin: 08 Gulan 2026
Ekîbên têkoşîna dijî berfê yên girêdayî Midûriya Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr li rêya komegundên Uçevlerê bi makîneyên kar xebatên paqijkirina berfê dikin.
Ekîb ji bo ku welatî mexdûr nebin digel erdnîgariya dijwar, berpalên erwaz û xetereya şepeyê ji bo vekirina rêya alternatîf a ku çendî mêtro berf ketiye ser hev vekin dixebitin.
Operatorê makîneya kar Muhammed Dînçer ji rojnamevanan ra got ku rêya ku seranserê zivistanê girtî bû wekî guzergaha duyemîn tê bikaranîn.
Dînçer diyar kir ku dest bi vekirina rê kirin û got ku "Ev rêya em hewl didin ku vekin digihêje 10 gund û 22 mezrayan. Me heta niha ji sedî 90ê xebatên xwe temam kirin. Înşeallah em ê di nav çend rojan da qismê mayî jî temam bikin û rê bi temamî vekin."
Muslum Arslanê ku di ekîba têkoşîna dijî berfê da cî digire got ku "Li rêya gund xebatên me dewam dikin. Ji ber ku li hin cihên herêmê xetereya şepeyê heye xebat bi baldariyeke mezin tên kirin. Em biqasî 10 rojan e ku di vê guzergahê da gelekî dixebitin."