Eşber Ayaydın
09 Gulan 2026•Rojanekirin: 09 Gulan 2026
Xelfetiya ku Komîteya Hemahengiya Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da li tora xwe ya "bajarên hêmin" zêde kir, bi xaniyên xwe yên kevirî yên dîrokî û bedewiyên xwe yên siruştî weke "bihuşta veşartî" ya herêmê tê wesifdan.
Reşgula ku bi bilindbûna asta ava Bendava Bêrecûkê ra hilberîna wê kêm bûye, bi reng û bêhna xwe ya taybet ku ji axa ku tê da şîn dibe distîne, balê dikişîne.
Bi mebesta berfirehkirina qada çandinê ya reşgulê ku ji Saziya Patent û Markayê belgeya tescîla nîşana cografî sitandiye, xebatên Qaymeqamtî û Şaredariya Xelfetiyê digel Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Navçeyê berdewam in.
Reşgulên ku bi piranî di serayan da tên çandin û di bihar û payizan da digihêjin bi mebesta bikaranîna wan di qadên cihê da ji şaxê tên çinîn.
Qaymeqam û Wekîlşaredarê Xelfetiyê Sînan Korkmaz ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku reşgul riwekeke endamîk e ku li cîhanê tenê li Xelfetiyê şîn tê.
Rêveberê Çandinî û Daristanan a Navçeyê ya Xelfetiyê Mehmet Bozoglan jî anî ziman ku dema navê Xelfetiyê tê gotin, sembola wê ya ku pêşî tê bîra mirov reşgul e ku belgeya tescîla nîşana cografî sitandiye.
Bozoglan tekezî kir ku reşgul di avhewaya mîkroklîma ya Xelfetiyê da şîn tê û diyar kir ku ev gul di dema xunçetiyê da reş e û piştra jî, ji reş ber bi rengê şirîkî û sorekî vekirî va diçe.
Bozoglan destnîşan kir ku tevî bahoz û bager a bihêz a li herêmê hilberîna reşgulan berdewam e û got, "Berhemên ku tên bidestxistin dê ji hêla jinan va di berhemên weke loqim, qolonya, sabûn û berhemên bêhndar da bên bikaranîn."