Li Qersa ku zivistana wê dirêj û dijwar e gihadirûnê dest pê kir
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku yek ji bilindtirîn herêmên niştecihbûnê yên Tirkiyeyê ye û zivistanên wê dirêj û dijwar in, cotkaran li mêrg û çîmenan dest bi gihadirûnê kir
Hüseyin Demirci
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 07 Tebax 2026
photo: Hüseyin Demirci / AA
Li Qersa ku zivistana wê dirêj û dijwar e gihadirûnê dest pê kir
KARS
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku yek ji bilindtirîn herêmên niştecihbûnê yên Tirkiyeyê ye û zivistanên wê dirêj û dijwar in, cotkaran li mêrg û çîmenan dest bi gihadirûnê kir.
Li navçeya ku nêzî 6 mehan di bin berfê da dimîne, gundî ji bo dabînkirina alifê pez û dewarên xwe yên ku dê zivistanê di hundir da xwedî bikin, xebateke dijwar dimeşînin.
Wêne : Hüseyin Demirci/AA
Di dirûnê da li gorî mercên zeviyan rêbazên kevneşopî jî tên bikaranîn û li gorî vê li cihên asê tirpan û tirmixa hespan tên bikaranîn, li zeviyên ku erdê wan rast e jî makîneyên dirûnê yên traktoran, tirpanên motorî, makîneyên balyayan û amûrên din tên bikaranîn. Giyayê ku tê dirûn piştî ku dibe balye, wekî alifê zivistanê tê depokirin.
Gihadirûna li devera Acisuya raqim 2 hezar û 300 û her wiha nêzî 2 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê, bi dronê hat kişandin.
Ji cotkaran Mehmet Kiliç diyar kir ku îsal ji ber barîna baranê ya zêde, berhemdariya giyê gelekî zêde ye.
Wêne : Hüseyin Demirci/AA
Kiliç anî ziman ku baran û hewaya hênik wextê biharê bi derengî xistiye û wiha got: "Îsal em sezoneke bi bereket derbas dikin. Ji ber berdewamiya baranê û hênikiya hewayê, me nêzî mehekê dereng dest bi dirûna giyê kir. Tevî vê yekê jî giyayê me pir bi bereket û zêde ye."
Ajokarê traktorê Murat Toptaş jî destnîşan kir ku bilindahiya herêmê mercên xebatê hêsan dike û wiha axivî: "Me dest bi dirûna giyê kir. Ji ber ku bilindahî zêde ye, hewa hênik derbas dibe. Bi xêra vê yekê dema em bi makîneyan dixebitin em zêde aciz nabin û bi rehetî dirûna xwe didomînin."