Li Taxa Batikentê di kargeheke xemilandina avahiyan ya li qata jêrîn ya avahiyekî 10 qatî da şewat derket û di demeke kin da pekiya qatên jorê.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên agirkuj û tenduristiyê hatin cihê şewatê.
Kesên ku di avahiyê da dijîn bi alîkariya kesên derûdorê jê hatin derxistin.
Polêsan ji bo tevdîra ewlehiyê kolan ji hatin û çûyînê ra girtin.
Ekîb hewl didin ku şewatê vemirînin.