Rauf Maltaş, Salih Darıcı
03 Gulan 2026•Rojanekirin: 03 Gulan 2026
Walîtiya Şanliurfayê ragihand ku li navçeya Bîrecîkê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn, li navçeya Wêranşehirê jî 11 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê da hat diyarkirin ku îro li navçeya Bîrecikê ji ber barana gur û bahoza ku ji nişka va çêbû gelek dar welgeriyan, banên avahiyan xisar dîtin û li hin herêman jî lehî çêbû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di bûyerên ku qewimîn da welatiyekî me mir û 29 welatiyên me jî bi awayên cûda birîndar bûn. 7 birîndarên me ji bo nexweşxaneyên li navenda bajêr hatin veguhastin. Dermankirina 22 birîndarên me jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecikê dewam dike. Her wiha, li navçeya Wêranşehirê jî barana gur û bahoza ku ji nişka va çêbû bi heman awayî bû sedema rewên neyînî û 11 welatiyên me bi awayekî sivik birîndar bûn."
Hat daxuyandin ku li navçeyên Bîrecîk û Wêranşehirê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Ji hêla din, ji ber bahozê minareya mizgeftekê hilweşiya. Dîmenên keliya ku minare hildiweşe hat qeydkirin.