Li Îdirê 400 pezên ku ji ber êrîşa mozan hevdu pêpez kirin, mirar bûn
Li Îdirê ji ber êrîşa mozan keriyê pez hevdu pêpez kir û li gor agahiyên ewil 400 pez mirar bûn.
Hüseyin Yıldız, Bülent Mavzer
03 Gulan 2026•Rojanekirin: 03 Gulan 2026
photo: Bülent Mavzer / AA
Türkiye, Iğdır
Qasî 4 hezar pez û berxên Çetîn Naral ji navbera gundê Hakmehmet û Agaverê bi rê ketin ku herin zozanê.
Keriyê pez dema ji cihê ku 200 kewarên mozan lê bûn derbas bû, mozan êrîşî keriyê kir.
Pez û berxên ku ji ber tirsê banzdan, ketin valahiya herqa avê û hevdu pêpez kirin.
Li gorî agahiyên ewil di bûyerê da 400 pez mirar bûn.
5 kesên ku di dema êrîşa mozan da birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Cendirmeyan li herêmê tevdîrên ewlehiyê dîtin.
Wêne : Bülent Mavzer/AA
Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr ya Îdirê, Hewza Sîgorteyan a Çandiniyê (TARSÎM) û cendirme wê sibê li herêmê bi hurgilî lêkolînê bikin.
Îsmaîl Naralê ku di dema bûyerê da li herêmê bû jî wiha got: "Kerî wê biçûya çiyê. Li vir kete nav kewarên mozan. Wek ku zîpik lêxe li dora hevdu zivirîne, hevdu pêpez kirine û fetisîne mirar bûne. Me nizanibû ku tiştekî wiha wê bibe. Moz hebûn, me dît lê em nefikirîn ku dema ew ji vê rêyê herin ev yek wê bibe. Mozan lênexist, ji ber pêpezkirinê wiha bû."