Mehmet Niyazi Deniz
22 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2026
Li Şêrwana navçeya Sêrtê, kesê ku hatibû îxbarkirin wenda bûye, kuştî hat dîtin.
Hamza Taloyê 29 salî yê ku li Şêrwanê karê xwedîkirina heywanan dike, duh derdora saet 09.00an ji mal derket ku biçe serî bide heywanên xwe yên li çolê diçêriyan.
Ji ber ku Talo venegeriya malê, xizmên wî ji 112 Navenda Banga Lezgîn alîkarî xwest.
Li ser agahdarkirinê, tîmên AFAD, UMKE, cendirme, polês, agirkujî û tenduristiyê bo deverê hatin sewqkirin.
Di xebatên lêgerînê da ku merivên kesê wenda û gundparêz jî tevlî bûn, Talo serê sibê qedera 8 kîlometreyî li biniya navenda navçeya Şêrwanê hat dîtin ku bi çekê hatiye kuştin.
Cenazeyê Talo ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Entegre ya Navçeya Şêrwanê.