Hüseyin Demirci
22 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê mij ket erdê.
Li navçeyê serê sibehê bi navber baran barî û paşê mij ket erdê.
Ji ber mijê di rêya Qers û Erziromê da li texma Mescîtliyê mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyî kêm bû, şofêran bi baldarî wesayîtên xwe ajotin.
Li daristanên çamê bi ketina mijê ra dîmenên xweş derketin holê.