Türkan Tosun
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 28 Sibat 2020
Ajansa Anadoluyê (AA) di 100emîn salvegera avabûna xwe da hin nûçeyên di arşîva xwe da cih digrin pêşkeşî aboneyên xwe dike.
AA bi telîmata Xazî Mustafa Kemal di 6ê Nîsana 1920î da hat avakirin. Têkoşîna Neteweyî ya wê heyamê him gihand welêt û him jî gihand dinyayê.
AAyê geşedanên li Anadoluyê çêbûn gihand dinyayê, yên li dinyayê çêbûn jî ragihande Anadoluyê.
Ajansa Anadoluyê bi hişmendiya "Pêbawer, bêalî, etîk û bilez" amadehiyan dike ku sala xwe ya 100emîn pîroz bike.
AA di serî da Londra, Parîs, Washîngton, Moskova, Berlîn û Roma bûyerên li çar aliyê cîhanê çêdibin dişopîne, şahidiya wan dike û wan wek nûçe amade dike.
Daxuyaniyên Mussolîniyê serokê Îtalyayê, pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên di 1924an da li Parîsê çêbûn, felaketa bobelîskê ya li Amerîkayê, pergala hilbijartinê ya nû ya li Îngiltereyê jî di nav da gelek bûyer ji hêla AAyê va wek nûçe hatin amadekirin.
AAyê daxuyaniyên serokê Îtalyayê Mussolînî Benîto yên sala 1924an wiha weşand: "Dema civîna Lijneya Wezîran Mussolînî Beg der barê polîtîkaya derva da daxuyanî da. Der barê hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derva yê Çekoslovakyayê da axivî. Ji bilî vê behsa hevdînên xwe yên di demeke nêz da wê bi Wezîrên Belçîkayî Theunîs Beg û Hymans Beg ra li Mîlanoyê bên kirin jî, kir. Der barê têkiliyên baş ên Îtalî û Tirkan da jî temînat da."
Ji bo ambargoya çekan a li ser Kubayê ya ku Serokwezîrê 30emîn ê Amerîkayê Calvin Coolidge biryar da jî AAyê wiha got: "Serok Coolidge ambargo da li ser hemû sewqiyatên çekan yên diçin Kubaya ku tevgera şoreşger lê dest pê kiriye."
Hin nûçeyên Frensî yên AAyê yên di navbera salên 1921-1929an da hatin weşandin jî wiha ne;
"1ê Gulanê li Parîsê bi aramî derbas bû. Li Parîsê xizmetên kamuyê hatin kirin. Hin şaxên karkeran nexebitîn."
"Konseya Wezîrên Îtalyayê biryar da ku Wezareta Ragihandinê ya ku Poste, Telgraf, Behrevaniya Bazirganiyê û Rêhesinên Dewletê di bin banekî da kom dike, bê avakirin."
"Li gor telgrafên Atlantaya paytextê eyaleta Georgîaya Amerîkayê hatin bablîsok gihîşt herêmê. Birîndar û winda gelek in. Xisar mezin e. Li gor agahiyeke dawîn hejmara miriyan nêzîkî 130 e.Gelek bendergeh hilweşiyan. Wisa tê texmînkirin zirar 10 milyon dolarî derbastir bûye."
"Li herêmên cuda ên Îngiltereyê ji ber barana gur lehî çêbûn. Çemê Severnê li gelek cihan ji ser ra avêt. Hipodroma Worchesterê di binê avê da ma û pêşbirka ku divê îro çêbûbûya hat taloqkirin. Çemê Thamesê di nav 24 saetan da qasî fîtekî bilind bû. Li Behra Maşê jî bahoz dewam dike."
"Li Almanyayê arbîtraja der barê xebata 8 saetan ya li madenan da ji hêla karkeran va nehat qebûlkirin. Di gelek kanên madenan da karker piştî xebata 7 saetan sekinîn û xwestin derkevin jor."