Haydar Şahin
07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku her sal 11ê mijdarê ew ê wekî "Roja Dardaçikandina Neteweyî" were pîrozkirin.
Erdogan di giştînameya ji bo "Seferberiya Dardaçikandinê ya 11ê Mijdarê" weşand da destnîşan kir ku Tirkiye bi 78 milyon hektar erdê xwe va ji hêla ekolojiyê va dewlemend e.
Erdogan bal kişand ku di nav vê dewlemendiyê da daristan ji hêla cure û kompozisyonê va ciyekî girîng digrin û giştîname wiha domand:
"Di van rojên pîşesazîbûn bi lez pêş dikeve da her diçe ku girîngiya hewa, av û axê û parastina xweşikahiyên ji van çêdibin zêde dibe. Ji ber vê jî mijar her tim di rojeva me da ye. Di vê çarçoveyê da ji bo serweta dar û daristanên welêt zêde bikin, pêşî li erezyonê bibirin, hevkêşa ax, av û nebatan a xirab bûye dîsa serast bikin, cureyên biyolojîk zêde bikin, hawirdorê biparêzin, hezkirina dar û daristanan zêde bikin, hesasiyeta civakê ya ji bo hawirdorê zêde bikin di 11ê mijdarê saet 11.11ê da bi kordinasyona Wezareta Çandinî û Daristanan bi destê sazî û şexsan li tevahiya welêt di heman demê da çalakiya daçikandina şitlên daran ew ê were lidarxistin."
Erdogan bi bîr xist ku agahiyên ji bo vê çalakiyê li ser malpera fermî ya Wezareta Çandinî û Daristanan hene û wiha pê da çû: "Di vê çalakiyê da hedef ew e ku li 2023 ciyên 81 bajarên me di nav 3 saetan da 11 milyon şitlên daran daçikînin û rekora dinyayê bi dest bixin. Bawer dikin ku ji piçûkan hetanî mezinan hemû welatiyên me ew ê piştgiriyê bidin vê çalakiyê."