Nihat Kavşut
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Wekî 98 sal berê îro jî em tu hêzeke fanî di ser îradeya gel da nahesibînin."
Erdogan li avahiya Meclisa berê beşdarî Merasima Vekirinê ya 1emîn ya Kabîneya Serokomariyê bû û li vir xitabî wezîr û parlamenteran kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiye bi hilbijartinên di 24ê Hezîranê da guherînên dîrokî kir û got em gavên ewil yên vê guherînê li binê vê bana pîroz ku tecelliya îradeya neteweyî ye bi şahidiya gelê xwe diavêjin.
Erdogan diyar kir wekî 98 sal berê îro jî em tu hêzeke fanî di ser îradeya gel da nahesibînin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir Meclisa Yekem destpêk bû û got ev meclis (Meclisa Duyemîn) jî berdewam e, niha jî em berdewama berdewamê dikin.
Erdogan diyar kir Meclisa Yekem mecliseke xazî bû û meclisa me ya niha jî şerefa xazîtiyê wergirt.
Serokomar Erdogan destnîşan kir heta ku em Tirkiyeyeke pêşeroja wê ewle ye ava bikin em ê nesekinin û bixebitin û wiha got: "Em ji bo mîrateya bav û kalên xwe biparêzin, nehêlin sewtika bangên me yên şerîf bên birîn, alaya me bê daxistin, şeref û îzeta me neyê binpêkirin bi serbilindî dema hewce bike serê xwe datînin ortê û têkoşîna xwe didomînin. Em îro vê merasima li vê avahiya Meclisa xwe ya berê wek nîşaneya berdewamiya wê pêvajoya dîrokê dihesibînin."
Erdogan destnîşan kir ew qadroyeke wisa ne ku tevlî miletê xwe derketine rê û tevlî wan ji hemû astengiyan xilas bûne û wiha dewam kir: "Doza me doza gelê me ye. Derdê me derdê miletê me ye. Têkoşîna me têkoşîna gelê me ye. Hêrsa me jî hêrsa miletê me ye. Li cem me miletê me heye û li hemberî me jî rêxistinên terorî û hêzên piştevaniya wan dikin hene."
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da diyar kir înşellah wê ji vir pê da jî tenê sirûdên serkeftinê binivîsînin.