Nihat Kavşut
03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
ERZURUM
Haci Kirmaçê 70 salî yê li Xorasana navçeya Erziromê berberiyê dike 50 sal e simbila xwe dirêj dike û bi baldarî li simbêla xwe ya mêtro û nîvekî dirêj e dinihêre.
Kirmaçê li Xorasanê dikana wî ya berberiyê heye 50 sal e simbêla xwe dirêj dike. Kirmaç bi rûn û dermanên taybet li simbêlê xwe dinihêre û xelk jê ra dibêje "Palik".

Simbêla Kirmaç mêtro û nîvekî dirêj e û tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşanî simbêlên wî didin.
Haci Kirmaçê bi simbêla xwe bûye şampiyonê Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir 50 sal e simbêlê xwe dirêj dike û got heta mirinê ez dixwazim jênekim.
Kirmaç diyar kir dermanên taybet li simbêla xwe dide û wiha got: "Xelk tê bi min ra wêne dikşîne. Heger berber nebûma min nikaribû wiha dirêj bikira. Lewra meriv nikare lê binihêre."
Haci Kirmaç destnîşan kir ku wexta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokwezîr bû pê ra wêne kişandiye û got niha jî dixwazim di dema serokomariya wî da pê ra wêne bikşînim.