18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
HAKKARÎ
Midûrê Wîlayetê yê Malbat û Polîtîkayên Civakî Mehmet Akif Bildirici ragihand ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê xwe gihandine 8 hezar û 500 malbatên mexdûrê terorê.
Piştî rakirina qedexeya derketina derva li navçeyê, bi mebesta qedandina pêdiviyên welatiyan û dana piştgiriya psîkososyal ji bo malbatan xebat tên kirin.
Ekîbên Midûriya Wîlayetê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî û Navenda Xizmetguzariyên Civakî ya Yuksekovayê bi malbatên mexdûrê terorê ra dicivin. Bi taybet serdana malbatên herî rewşxirab dikin û bi hemaheng digel saziyên din pêdiviyên wan temîn dikin.
- "Armanca me ew e, xwendekarê ku dev ji xwendênê berdane em dîsa bidin xwendin"
Midûrê Wîlayetê yê Malbat û Polîtîkayên Civakî Bildirici anî ziman ku tûra yekema hevdîtinên digel malbatan temam kirine û got, "Li navçeyê me xwe gihand 8 hezar û 500 malbatî ku ji nêzîkî 50 nefsî pêk tên. Bi taybet me xebatek ji zarokên me yên ku dev ji xwendinê qeriya bûn kir. Armanca me ya sereke ew xwendekarê ku dev ji xwendênê berdane em wan dîsan bidin xwendin."
Bildirici axaftina wiha domand, "Me 10 karmend tenê ji bo vî karî texsîs kirine. Wê xebatên me yên weke sosyal-ekonomîk bidomin. Helbet hinek malbat wê mabin xebatên me berdewam in. Alîkariyên me yên eşyayan peyderpey tên kirin."
Herwiha destnîşan kir ku nêzîka 3 milyon lireyî dane 2 hezar û 217 malbatî û Weqfa Hevkariya Civakî û Hevpiştiyê alîkariya kirê dide.