18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
MUŞ
Li Mûşê bi alîkariya Saziya Pêşxistina Çandiniyê (TKDK) tesîsa entegreyê ya şîr hat avakirin û bi projeyê tê plankirin mîqdara şîrê ku roja 5 ton tê hildan derxin 20 tonî.
Erhan Tekemyê xwediyê tesîsa ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze a Mûşê hat avakirin daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Bedela projeyê 5 milyon û 700 hezar lire ye û TKDKyê ji sedî 50 hîbe da. Em rojane 5 ton şîr hildidin."
Tekeme destnîşan kir ku tesîs li gor sitandardên Yekîtiya Ewropayê hat avakirin û wiha got: "Li tesîsê mast, penêr û rûn tê çêkirin û em dişînin navçe û bajarên li derdorê. Niha rojane 5-6 ton şîr hilidin. Bi zêdekirina tonajê û piştî ku li gund û çêwlikan çêlek bizên wê di nav 3 mehan da kapasîteya me bigihîje 20 tonî."