Haydar Şahin
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê aşê avê yê ji kalik yadîgar maye bi destê nevî tê xebitandin.
Enes Kayayê 22 salî yê xwediyê aşê avê yê ku bi destê kalikê bavê wî ji vir sed sal berê hatiye avakirin li emenatê kalên xwe xwedî derdikeve û genim dihêre.
Aşê avê xizmetê dide gundê xwe û gundên li dorberê.
Enes Kayayê li emanetê kalê xwe xwedî derdikeve daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sed sal e kevirê aşê avê digere û ew ê ligel teknolojiyê gera xwe bidomîne.

- "Gundî eleqeyê nîşan didin"
Kaya destnîşan kir ku aşê avê ji vir sed sal berê hatiye avakirin, hê wekî eslê xwe ye, tiştekî wê nehatiye guherandin û bêyî pirsgirêk dixebite û wiha pê da çû:
"Ev aşekî sedsalî ye. Kalikê min ê Şêx Mistefa ava kiriye. Kevirên aş hazir nînin, ji binê erdê hatine derxistin û bi destan hatine çêkirin. Di heyama kalikê min da 2 aş hatine avakirin. Aşek hat girtin. Bavê min û eqerebeyên me ev aşa temîr kirin û xistin xizmetê. Em li emanetê kalên xwe xwedî derketin. Gundiyên ji gundên dorberê eleqeyê nîşanî aşê avê didin."
Kaya got eleqeyê nîşan nedin jî ew ê yadîgara kalê xwe mihefeze bike û ji nifşên nû ra bihêle.
- "Me got dev jê beernedin ku nebe xirabe"
Kaya got arê li aşê avê hatiye hêrandin zehf bi tehm e û wiha axivî:
"Kesên dibihîzin ku li vê derê aşê avê heye hema tên vê derê. Em dixwazin li emanetê kalê xwe xwedî derkevin. Me got dev jê bernedin ku nebe xirabe, mîrata kalikê me ye. Em ava aş jî ji jorê tînin."
Kaya got ku li herêmê aşê avê neman, dixwaze ku meslekê kal û bavan bidomîne.