Önder Beyter
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku piştî Herekata Kaniya Aştiyê li deverên xwecihî yên aliyê din ê sînor ji bo sivîlan 600 qoliyên xidayê, 35 hezar kîlo ar, 22 hezar û 300 nan, 5 hezar û 579 alavên din ên xidayê, 2 hezar û 442 şûşe av, 2 hezar û 699 şûşe vexwarinên din, 605 taximên paqijiyê, 840 betanî û ji bo zarokan jî pêlîstok hatin belavkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), ji 15ê cotmehê şûnda li herêma Herekata Kaniya Aştiyê, bi destê AFAD û Heyva Sor a Tirk alavên alîkariya însanî hatin dabînkirin.
Ekîbên ku fealiyetên xwe yên alîkariyê domandin, piştî herekatê ji bo sivîlên li deverên xwecihî yên li aliyê din ê sînor heta roja îro 600 qoliyên xidayê, 35 hezar kîlo ar, 22 hezar û 300 nan, 5 hezar û 579 alavên din ên xidayê, 2 hezar û 442 şûşe av, 2 hezar û 699 şûşe vexwarinên din, 605 taximên paqijiyê, 840 betanî û ji bo zarokan jî pêlîstok belav kirin.