Önder Beyter
11 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
BITLÎS
Ekîbên Şaxa Tenduristiya li Malê ya Midûriyeta Tenduristiya Bidlîsê ligel şertên giran ên zivistanê, berfê diqelişînin û ji bo nexweşan xizmeta tenduristiyê dibin gundan.
Ekîbên ku ji kaş û hevrazên dêrij û biberf derbas dibin û bi kîlometreyan rê diçin, xwe digihînin gundan û li vê derê tedawiya pêwîst a nexweşên ku nexweşiya wan a kronîk ên ji ber felc, obezîte, xurifîn, alzaymir û pîrtiyê hene, dikin. Herwiha di nava kesên ku li gund xizmeta tenduristiyê didin wan, ew nexweş jî hene ku emeliyet derbas kirine û pêwîstiya wan bi xizmeta hemşîreyan heye.
Gelek carî ji ber şertên giran ên hewayê, wesayîtên wan di rê da dimîne û ew jî neçar bi saetan rê dimeşin û diçin peywira xwe tînin cih. Ji ber fedekariya ku dikin, welatî gelekî ji van personelê tenduristiyê hez dikin û siyanetê nîşanî wan didin.
- 2 hezar û 900 nexweşî ji bo wan dia kir û xêr û xweşiya wan xwest
10 tîmên tenduristiyê ku ji 3 kesan pêk tên û bi derfetên ku dewlet texsîs dike va diçin gundên herî dûr jî, heta niha xizmet dan 2 hezar û 900 nexweşî.
Berpirsê Navenda Kordînasyona Xizmetên Tenduristiya li Malê û Kordînatorê Parêzgehê Dr. Mehmet Riza Îşik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, nexweşên ku li malê xwe ne û hewcedarê xizmeta tenduristiyê ne, pêwîst nake ku biçin nexweşxaneyê, lewra li malên xwe tên miayene kirin û çi pêwîst dike tê kirin.
Îşik diyar kir ku ew, xizmeta tenduristiyê dibin ber piyê nexweşên ku nexweşiya wan hatiye tesbîtkirin û ji bo wan plana tedawiyê hatiye verastkirin.
Îşik got ku li navenda parêzgehê û navçeyan Şaxa Tenduristiya li Malê hene û li seranserê parêzgehê 863 nexweş li malên xwe xizmeta tenduristiyê distînin û herwiha heya roja îro jî ji 2 hezar û 900 nexweşî ra xizmet hatiye pêşkêşkirin.
Îşik got ku erdnîgariya Bidlîsê asê û dijwar e û wiha dewam kir, "Rojên berf û bagerê em gelekî zehmetî dikişînin. Em hewl didin ku em vê yekê li cem nexweşan nedin der. Ligel hemû zehmetiyan, em xwe bi nexweşên xwe ra digihînin û em xizmeta pêwîst pêşkêş dikin."
- Di 4 saetan da xwe bi nexweşa 60 salî ra gihandin
Ekîba tenduristiya li malê piştî rêwîtiya dijwar ku qedera 4 saetan ajot, xwe bi gundê Dogruyolê yê 40 kîlometre dûrî navendê gihand û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî Şehristan Temîzbaşa 60 salî.
Turgay Alptekînê ji ekîbê diyar kir ku wan di lingê nexweşê da werm tesbît kir û wiha got, "Me miayeneya giştî ya nexweşa xwe kir. Me li tansiyon, nabiz, saturasyona (miqdarê oksîjenê) wê mêze kir û me şekirê wê pîva. Me di lingê wê da werm tesbît kir. Em ê dest bi tedawiya wê bikin. Bi giştî rewşa nexweşa me ne xirab e, lêbelê ji ber ku li erdê ye, em vê xizmetê wekî deynekî dibînin. Me berf qelaşt û me wisa xwe bi nexweşa xwe ra gihand."
Keça nexweşê Şengul Temîzbaşê jî spasiya endamên ekîba tenduristiya malê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.