Suat Öztürk
18 Gulan 2021•Rojanekirin: 20 Gulan 2021
Li Elezîzê malbata şehîdekî xwedî li berxika ku dayika wê xwedî nekir, derket û wek nefereka ji malê be lê dinêrin.
Şengul Genel a xanima Çawişê Pispor Îlyas Genelê ku 9 sal berê li Liceya navçeya Diyarbekirê di qezaya helîkoptêrê da şehîd ketibû ji xwe ra di saziyeke dewletê da dixebite û ew mehek berê çû cem xizmên xwe yên li gundê Yenîkoy a ser navendê ne.
Genel a 36 salî ya kurekî wê heye dema li gund digeriya hîn bû ku mihek zaye û ji cêwiyan yekê qebûl nake. Genelê xwest ku berxikê xwedî bike û xwediyê berxikê jî ew diyarî wan kir.
Dayik û tevî kurê xwe berxika xwe anîn mala xwe ya di avahiyeke 5 qatî da bû û navê "boncuk"ê li berxikê danîn.
Dê û kurê wê di vê heyama şewba Kovîd-19ê da ji dil û can li Boncukê mêze kirin û bi şîrê di mijikê da didinê va wê xwedî dikin.
Malbata şehîd bi hemû tiştên berxikê ra eleqedar dibin û ji paqijiyê bigir heta kontrola beytar her tiştê wê hel dikin.
Ew dema derdikevin derva jî berxikê ji xwe naqetînin û ji markêtê bigir heta ger û gezmaxê berxika xwe jî bi xwe ra dibin.
- "Berxika me hînî me bûye"
Şengul Genelê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berxik di nav rojekê da hînî wan bû û wiha pê da çû: "Dema ez ji xwewê radibim çawa taştê didim ewladê xwe wisa jî şîr jî didim berxikê. Ez binê wê paqij dikim, serê wê dişom. Ew êdî ji malê ye."
Dayikê got ku kurê wê Kaan Enis Genelê 10 salî jî ji berxikê pir hez dike û ew berx êdî wek neferek ji malbatê ye bo wan.
Kaan Enis Genel jî diyar kir ku ew ji berxikê pir hez dike û wiha domand: "Di dema ez dikevim dersê da li odeyê li benda min disekine û dema ez navber didimê dersê dixwaze ez pê ra bileyîzim."