Mehmet Fatih Aslan
18 Gulan 2021•Rojanekirin: 21 Gulan 2021
Gula reş a ku li Xelfetiya navçeya Rihayê hêşîn dibe û xwedî reng û tameke resen e, bi berhemên ku bi destê jinan tên çêkirin va tamê dide devê mirovan.
Xelfetiya ku beşeke wê di binê ava Bendava Bîrecîkê da maye û ji ber taybetiya wê ya aram, bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê sala 2013an li tora "bajarê aram" hat zêdekirin, bi xwezaya xwe ya sipehî va ziyaretvanan sermest dike.
Navçeya ku bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va wekî "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê tewsîfkirin, bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne. Ji hêla qaymeqamtî, şaredarî û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê di 3 serayan da gula reş tê çandin da ku berbelavtir bibe. Her wisa serîlêdana Şaredariya Xelfetiyê jî çû serî û gula reş 2 meh berê ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk va bi belgeya tescîla îşareta coxrafî va hat tescîlkirin.
Gula reş a ku bi rengê xwe yê mîna teniyê reş û bêhna xwe va balê dikişîne, bi destpêkirina sezona berhevkirinê va ji hêla peywirdaran tên qetandin û ji bo ku ziha bibin, tên raxistin.
Dû ra bi pelên wê yên hişkkirî va li Navenda Perwerdeya Gel a Xelfetiyê bi destê jinên pispor û kursiyer va sicûx, şerbet, reçel, loqim, çîqolete û çay tên çêkirin.
Berhemên tamxweş ên gula reş, hem ji bo ziyaretvanên navçeyê tên firotin û hem jî li ser sîparîşê ji bo parêzgehên din jî tên şandin.
Midûrê Karûbarên Çand û Civakî yê Şaredariya Xelfetiyê û yê Navenda Perwerdeya Gel Eşref Arikan diyar kir, qaymeqamtî û şaredarî hevkariya hev dikin da ku ji gula reş berhemên cuda bên hilberandin û danasîna wan bê kirin.
Arikan bal kişand, bi gula reş 7 berhemên resen ên navçeyê tên çêkirin û wiha dewam kir, "Gula reş nexasim bi serayan va van dawiyan êdî bû sektoreke hilberînê. Êdî gava mirov dibêje Xelfetî, ewil gula reş tê bîra mirov."
Arikan her wisa diyar kir ku gula reş li navçeyê du serdeman vedike ku ew jî nîsan-gulan û cotmeh-mijdar e. Arikan herî dawî jî got, divê mirov gula reş teqez li ciyê wê bibîne.
Hînkera pispor Nezver Çobanê diyar kir, berhemên ji gula reş tên çêkirin ji hêla însanan zehf tên ecibandin.