09 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
ELAZIG
Eşkere bû ku li Elazigê mensûbên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi derewa "Ev xêr têra hemû silala te dike" va mala nexweşa alzhemierê Firdews Duraz a 87 salî jê standin.
Derket holê ku mensûbên FETO, mala Firdews Durazê bi navê "bexş"ê va derbasî ser AŞya Karîgerên Hîndekariya Taybet a Erkamê ya hat kifşkirin ku peywendî, îltisaq û aîdiyeta wê ya FETO heye, kirine.
Duraza ku li mala xwe ya li ser kolana Heci Tevfîkefendî, taxa Îzzetpaşa ya li ser navendê dijî, daxuyanî da rojnamegeran û got ku jineke ku navê wê "Nîda" ye, digel mêrê xwe hat, ew xapand û mala wê jê stand.
"Polês xwest ku ji malê derêm"
Durazê destnîşan kir ku jina endama rêxistina terorê, digel mêrê xwe ew birin midûriyeta tapûyê û wiha pê da çû:
"Li wir ji min pirs nekirin, 'ka tu didî kê' û tapû çêkirin. Ez ketim şikê, 'Gelo tapû li ser wan çêkirin.' Gotin, tiştek bi te nabe, heya tu bimirî tuyê ji mala xwe dernekevî. Qederek bi şûnda polês hatin. Xwestin ji malê derêm. Min jî got, 'Mal a min e, ezê derêm ku da herim'. Gotin, 'Emê te bibin ciyê ketiyan'. Min got ez naçim. Mal dabûn xwendekaran, haya min jê tunebû."
Durazê diyar kir ku seba wê bixapînin, timî jê ra gotine, "Tuyê pir xêrê qazanc bikî, silala te yê xêrê qazanc ke." Herwisa Durazê wiha dewam kir, "Min jî bawerî pê anî û da. Ez fikirîm û min ji xwe ra got, wa ye mêrê min mir, ezê jî bimirim. Mala min dane Fetullah (Gulen). Ez pê bawer bûm. Ma ez bi ku de biçim? Ez her kesî misilman zen dikim. Ezê çawa bizanim ka hundirê wan çawa ye? Xwedê bira li cem xiraba nehêle, Xwedê bira sed hezar carî belaya wî merivî bide."