21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
ELAZIG
Malbata sûriyeyî ya ku 7 zarokên wan hene û ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn Tirkiyeyê û li Elazigê bi destegiriya cîranan va dikarin li ser piyan bimînin. Sê cêwiyên malbatê yên 10 mehî jî bûn rûgeşiya nava malê.
Amer Aldlîmiyê (34) ku li Dêr Zora Sûriyeyê marangozî dikir ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe û ji ber gefên rêxistina terorê DAEŞê, jina xwe ya hemle Rûqiye Suhrî (28) û 4 zarokên xwe li dû xwe hişt û hat Elazigê cem hevalên xwe. Demek şûnde sêcêwî Îbrahîm, Tehsîn û Mûsa hatin dinê.
Xizmên Amer Aldlîmî bi zor û zehmet jin û 7 zarokên wî anîn ber sînorê Tirkiye-Sûriyeyê. Aldlîmî jî ji ser sînor ew hildan û anîn Elazigê.
Malbata ku li Elazigê di daîreke kirê da dimîne, bi alîkariya cîranên xwe li ser piyan dimîne. Zarokê herî mezin ê malbatê 13 salî, yê herî piçûk jî sêcêwiyên 10 mehî ne. Malbatê li Elazigê rojên xembar li dû xwe hiştin.
Rûqiye Suhriyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li Sûriyeyê jiyaneke wan a pir xweş hebû.
- Mêvandariya gelê tirk
Suhriyê bal kişand ku ji ber şer û pevçûnan zarokên wê gelek carî di xewna xwe da jî ditirsiyan û ji ber hindê ew hatin Tirkiyeyê û qala mêvanperweriya xelkê tirk ê ku xwedî li wan derket, kir.
Suhriyê got ku heya demekê zarokên wê tirsa xwe ya ji firokeyan neşikandin û wiha xeberda, "Qasek şûnde ev rewş guherî û bi ser xwe da hatin. Bi taybetî jî piştî ku sê cêwiyên me hatin dinê, nava malê pir xweş bû, rûyê herkesî geş bû."
Suhriyê got ku bi hatina Tirkiyeyê va ew êdî xwe ewledar hîs dikin û wiha dewam kir, "A herî girîng ew e piştî ku em hatin vir rûyê zarokên min geş bû û keniyan. Hemd ji Xwedê ra êdî diçin dibistanê. Di mijara alîkariyê da xelkê tirk pir alîkariya me dike. Gelek fêdekariyê dikin."
Amer Aldlîmî jî diyar kir ku li Elazigê li cem mobîlyavanekî dixebite. Aldlîmî herwisa spasiya rayedarên tirk jî kir û got ku ewê tu wextê vê alîkariyê jibîr neke.